Werzişvanê Kurd li Olimpiyadên Parîsê madalyeya zêrîn wergirt

Werzişvanê Kurd li Olimpiyadên Parîsê madalyeya zêrîn wergirt

PeyamaKurd – Werzişvanê Kurd ê ji Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê Arîn Selîmî, li Olimpiyadên Parîz 2024ê madalyaya zêrîn di werzişa taekwondoyê de wergirt.

Arîn Selîmî yê 20 salî di fînalê de derket hemberî werzişvanê Brîtanî Kaiden Cunningham û di giraniya +80 kg de madalyeya zêrîn bi dest xist.

Hêjayî gotinê ye, Arîn Selîmî tevî ku di nîvfînalê de bi giranî ji tiliya xwe birîndar bû jî ji fînalê derneket.

Arîn Selîmî di yekem pêşbirka xwe ya li Olîmpiyata Parîsê de, Nîkîta Rafalovîç ê ji Ozbekistanê têk bir û di pêşbirka duyem de jî li hember Carlos Sanceres ê ji Meksîkayê û şampiyonê cîhanê yê sala 2022an bi ser ket.

Îran bi çar werzişvanîn taekwondoyê beşdarî Olîmpiyata Parîsê bû û her çaran jî madalya bi dest xistin. Yek zêr, 2 zîv û yek bronz hatin bidestxistin.

Tîma werzîşê ya Îranê niha bi 3 madalyayên zêr, pênc zîv û du bronz, di pileya 22an a tabloya medalyayên Paris 2024ê de ye.