Yanal bang li stêrkê ciwan Lîvan kir: Were Amedsporê em bi hev re têbikoşin

Yanal bang li stêrkê ciwan Lîvan kir: Were Amedsporê em bi hev re têbikoşin

PeyamaKurd - Amedspora ku wê di sezona 2024-2025an de di Lîga Yekem a Tirkiyeyê de têbikoşe, bi hanîna rahênerê navdar Ersun Yanal re xebatên xwe yên transferê zêde kir.

Hate ragihandin ku piştî peyman îmzekirinê, rahênerê nû Ersun Yanal, bang li leyztikvanê ciwan ê Kurd Lîvan Burcu ku di tîma Sandhausen a Lîga 3yemîn a Almanyayê de gogê dimeşîne kiriye ku bê Amedsporê.

Jêderên werzîşê radigihînin ku Lîvan Burcu jî banga Yanal bi xweşbînî pêşwazî kiriye û ji bo transferê hewldan hatine destpêkirin.

Amadekariyên armanca Lîga Super

Rêvebirên Amedsporê ku ji niha ve planên derbazbûna Lîga Super a Tirkiyeyê dikin, li gor vê armancê, di karûbarê transferan de jî bi hendazeyî tevdigerin.

Navê pêşî yê ku di lîsta transferê ya Amedsporê de ye Lîvan Burcu ye. Ersun Yanal jî di derbarê leyztikvanê 19 salî yê ku di Sandhausenê de dileyize raporeke erênî da.

Her wiha Ersun Yanal bi Lîvan Burcuyê ku beriya niha rêveberiya Amedsporê bi wî re têkilî danîbû hevdîtinek jî pêk anî. Yanal stêrkê Kurd ê ku di Tîma Neteweyî ya U-21 a Tirkiyeyê de jî dileyize vexwende Amedsporê.

Lîvan Burcu kî ye?

Lîvan Burcuyê ku wek nîjad Kurd e, wek lawekî ji malbatek Kurd a penaberên Almanyayê, di 28ê Îlona 2004an de li bajarê Main ê Almanyayê ji dayik bûye. Qama wî 1,78 e û di pozîsyona baskê çepê de dileyîze. Nirxê wî yê bazara fûtbolê 350 hezar Euro ye.

Lîvan, li gel maçên tîma xwe Sandhausenê, di 2 maçên ku îsal di Tîma Neteweyî ya U21 a Tirkiyeyê de leyîztiye de jî, leyztikeke têr serkeftî pêşkêş kiriye.

Ev nivîs 84581 car hatiye xwendin.