Banka Navendî ya Tirkiyeyê pêşbîniya xwe ya dawiya salê nû kir

Banka Navendî ya Tirkiyeyê pêşbîniya xwe ya dawiya salê nû kir

PeyamaKurd - Banka Navendî ya Komara Tirkiyeyê (TCMB) anketa beşdarên bazarê ya meha Pûşperê eşkere kir.

Li gorî hejmarên dawî, pêşbiniya enflasyonê ya dawiya salê di anketa berê de ji sedî 43,64 bû, di vê heyama anketê de daket ji sedî 43,52. Di anketadawî de her wiha bendewariya dolar dakete 37,75 TL.

Banka navendî, anketa beşdarên bazarê ya Pûşperê ku ji bersivên 68 beşdarên ji nûnerên sektora rasteqîn û sektora aborî pêk tê ji raya giştî re ragihand.

Dema ku bendewariya enflasyona xerîdar a dawiya salê (CPI) di heyama anketa berê de ji sedî 43,64 bû, di vê heyama anketê de bû ji sedî 43,52.

Hêviya CPI ya 12 mehan di heyama anketê ya berê de ji sedî 33,21 bû, di vê heyama anketê de bû ji sedî 31,79 û hêviya CPI ya piştî 24 mehan di heman heyamên anketê de bû ji sedî 21,33 û ji sedî 20,33.

Hêviya Dolar/TL bû 37,75 TL

Di mijara bendewariya buhayê dolar a li hember Lîrayê Tirk de beşdaran di heyama anketa berê de pêşbîniya 38,78 TL û di ya nû de jî pêşbîniya 37,75 TL. kirin. Di mijara pêşbîniya 12 meh şûnve de beşdaran di anketa berê de  41,80 û di vê anketê de jî 41,41 TL destnîşan kirin.

Ev nivîs 81392 car hatiye xwendin.