Erdoğan: “Wê di meha Gulanê de enflasyon derê asta herî bilind û bilez dakeve”

Erdoğan: “Wê di meha Gulanê de enflasyon derê asta herî bilind û bilez dakeve”

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan li ser mijara enflasyonê di civîna DEİKê de axifî û got:

“Di asta salê de, piştî enflasyon di meha Gulanê de bigihê asta herî bilind, wê bi ye carî dakeve û em bende ne. Di ser bihayê dowîzê de milletê tirsandin. Sanaryoyan nivîsandin û gotin ku wê di 1ê Nîsanê de bilind bibe û xelkê teşwîq kirin ku dowîz bistînin lê nebû.

Bernama me ya aboriyê ew e ku em enflasyonê daxin yek xaneyê û refaha milletê xwe zêde bikin. Em neketine pêşiya çareseriyên erzan. Piştî nîvê salê em ê bikevin pêvajoya dezenflasyonê.”

Ev nivîs 98540 car hatiye xwendin.