Hinardekirina petrola Kurdistanê pir nêzîk dest pê bike

Hinardekirina petrola Kurdistanê pir nêzîk dest pê bike

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê nêzîk e ku dest pê bike. Bi vê yekê re pirsgirêka ku ev du sal û nîv e di navbera Hewlêr û Bexdayê de heye çareser dibe û dê rê li ber şandina mûçeyên welatiyên Herêma Kurdistanê veke.

Ger hinardekarî dest pê bike, ev dê bibe destpêkek gelekî baş ji bo çareserkirina pirsgirêkan.

Birêvebirê Şirketa Petrolê ya Bakur Amir Xelîl ragihand ku ew pêşbînî dikin ku di nava 48 saetên bê de hinartina petrolê ji nû ve dest pê bike.

Xelîl ji Rûdawê re diyar kiriye, Hikûmeta Federal û kompanyayên petrolê yên li Herêma Kurdistanê bi rêjeya ji sedî 95an li ser hinardekirinê li hev kirine. Hikûmeta Bexdayê jî nermî nîşan daye da ku daxwazên kompanyayên petrolê bi cih bîne û garantiyê dabîn bike.

Hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê Adara 2023yan rawestiyabû. Wê demê dadgeha Hakem a Parîsê biryar dabû ku Tirkiyeyê bêyî razîbûna hikûmeta Iraqê petrola Herêma Kurdistanê hinarde kiriye û Tirkiyeyê mecbûrî dayina 1,5 milyar dolarî kiribû. Tirkiye li dijî vê biryarê derketibû, lê digel vê jî, amadebûna xwe ya ji bo hinartina ji nû ve ya petrolê ragihandiye.

Ev nivîs 111 car hatiye xwendin.