Şamê nehişt komîteya lêkolînkirina rastiyê bikeve Siwêdayê

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Komîteya Lêkolînkirina Rastiyan a bûyerên Tîrmeha 2025an ku rûspî û lêvegerên olî yên Siwêdayê banga destpêkirina lêpirsînan kiribû, nekariye derbasî Siwîdayê bibe.
Li gorî çavkaniyên herêmê, Komîteya Bilind a Qanûnî ya Siwêdayê diyar kir ku Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê nehiştiye komîte ji bo lêkolînê bikeve parêzgeha Siwêdayê.
Komîteya Bilind a Qanûnî ya Siwêdayê ragihandiye, Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê derbasbûna Komîteya Lêkolînkirina Rastiyan a Navneteweyî ji bo parêzgeha Siwêdayê asteng kiriye.
Hate diyarkirin ku Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê bi bihaneyên nerast daxwazên derbasbûna Komîteya Lêkolînkirina Rastiyan red kirine.
Komîteyê bang li civata navneteweyî kir ku destekê bidin wê da ku bê şert û bê destwerdana Hikumeta Veguhêz dest bi xebatên xwe bike.
Herwiha banga parastina sivîlan û piştgiriya xelkê Siwêdayê ji bo birêvebirina karûbarên xwe hat kirin.
Ev nivîs 118 car hatiye xwendin.




