Medya Erebî: Başûrê Sûriyê bûye qada jinûve parvekirina serweriyê

Medya Erebî: Başûrê Sûriyê bûye qada jinûve parvekirina serweriyê

PeyamaKurd- Rojnameya El Nehar a Lubnanê bi sernavê "Ber bi rêkeftineke ewlehî ya Sûriye-Îsraîlê ve" nivîsek belak kir û tê de hate gotin, êdî başûrê Sûriyeyê qada jinûve parvekirina serweriyê ye ku li ser maseya navneteweyî tê nîqaşkirin.

Rojnameyê destnîşan kir ku serdana wezîrê karên derve yê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Esed El Şîbanî ji Washingtonê re û hevdîtina bi berpirsên Amerîka û Îsraîlê re nîşaneya derketina dosyayê ji xeleka agahiyên nepen ber bi eşkerebûnê ve çêkir.

Rojnameyê diyar kir ku Îsraîl di tevgerên xwe de hewl dide beriya lihevkirinê aliyê meydanî tesbît bike; ji herêmên Quneytîrayê bigire heta bi Dera û Cebel El Şêx.

 

Ev nivîs 126 car hatiye xwendin.