HSDê bang li Şamê kir: Komên xwe yên beredayî kontrol bike, sûcan înkar neke

PeyamaKurd- Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê daxuyaniyên Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li ser êrîşa Dêr Hafirê red kir û got, bi awayekî eşkere ji berpirsiyartiyê direve û rastiyan berevajî dike. Herwiha HSDê bang li Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê kir, berpirsiyariya komkujiyê li xwe bigre, komên xwe yên beredayî kontrol bike û tevîi rêveçûna aştiyane bibe, ku jiyana Sûriyeyiyan û ewlehiya wan di ser hesabên siyasî û leşkerî re digire.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Îdiayên ˋDaîreya Ragihandinê û Peywendiyan a Wezareta Parastinêˊ ên derbarê tawana ku komên çekdar ên hikumeta Şamê li dijî sivîlên gundê Um Tîna yê Dêr Hafirê kirine, hewldaneke eşkere ya reva ji berpirsiyariya sûcê wêdetir tiştek din nîn e. Ew îdia li pêşberî her mentiqek leşkerî yan jî siyasî nikare bisekine û rastiyên li ser erdê yên îsbatkirî naguherînin.”
Hate diyarkirin, “Ev çîroka derewîn tevliheviya "Wezareta Parastinê" ya hewldana nixumandina sûc û binpêkirinên komên xwe yên dubare nîşan dide, ew ne tenê propagandayeke ragihandinî ye, lê heqareta li jiyana Sûriyeyan û mafên qurbaniyan û necezakirina sûcdaran e. Înkarkirina vê sûcê siyaseta ku "Wezareta Parastinê" pêk tîne û jiyana Sûriyeyan bê qîmet dibîne, nîşan dide.”
Di berdewana daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Çekdarên hikumeta Şamê şevê din (20 Îlon) bi guleyên topavêjê gundê Um Tîna topbaran kir, di encamê de, di nav de zarokên yeksalî û 4 salî derbas nekirine û jinên temenmezin hene, 7 sivîl şehîd bûn û 4 sivîl jî birîndar bûn. Me nav û temenên wan li pêş çavên hemûyan weşandin. Wezareta Parastinê hewl dide di nava xelekek vala de tevbigire û du caran beşdarî sûcê dibe; carekê avêtina topan û cara din jî rev û înkarkirina sûcê.
Em hikumeta Şamê berpirsiyariya giştî ya komkujiya bi navan îsbatkirî dibînin û bang li wê dikin ku komên xwe yên beredayî kontrol bike û tev li rêveçûna aştiyane bibe, ku jiyana Sûriyeyiyan û ewlehiya wan di ser hesabên siyasî û leşkerî re digire."
Ev nivîs 126 car hatiye xwendin.




