Li ser rêya Misircê û Batmanê otomobîlekî wergeriya: 3 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li ser rêya navbera Misircê (Kurtalan) û Batmanê otomobîlekî wergeriya û di encamê de 3 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin ku dema otomobîl ji desthilata ajotvan dertê û werdigere, kesên di otomobîlê de asê dibin, û tîmên îtfaiyê, tenduristiyê û cendirmeyan diçin ciyê bûyerê û birîndaran ji otomobîlê derdixin.
Birîndaran bi ambûlansan dibin nexweşxana dewletê ya Misircê (Kurtalan). Hat gotin ku rewşa birîndaran ji aliyê mirinê de baş e.
Ev nivîs 69 car hatiye xwendin.




