Mesrûr Barzanî: Divê çareserî li ser bingeha rêzgirtina sîstema federalî be

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 22yê Îlonê li paytext Hewlêrê pêşwazî li şandeke Encûmena Nûneran a Iraqê bi serokatiya Cîgirê Serokê Encûmenê Muhsîn Mendelawî kir.
Di civîna ku Cîgirê Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê Dr. Şaxewan Ebdullah jî amade bû de, guhertin û pêşhatên dawî, rewşa giştî ya Iraqê û amadekariyên ji bo hilbijartinên pêşwext ên Encûmena Nûneran hatin gotûbêjkirin.
Di hevdîtinê de herdu alî li ser pêwîstî û girîngiya çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de hevnêrîn bûn.
Hat tekezkirin ku divê çareserî li ser bingeha rêzgirtina li sîstema federalî, parastina statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê û dabînkirina mafên destûrî û şayisteyên darayî yên Herêma Kurdistanê be.
Ev nivîs 105 car hatiye xwendin.




