Serokwezîr Barzanî qonaxa duyemîn a projeya Kornîşê Zaxoyê vekir

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 21ê Îlonê di berdewamiya serdana xwe ya li Zaxoyê de, qonaxa duyem a Kornîşê Zaxoyê vekir.
Lêçûna qonaxa duyem a projeya Kornîşê Zaxoyê zêdetirî şeş milyar dînar e û dirêjahiya wê jî nêzîkî sê kîlometran e.
Qonaxa duyem a vê projeyê zêdetirî 50% keskatiyê vedigire, rêya hatin û çûnê bi dirêjahiya 8 metran ji bo her aliyekî hatiye çêkirin; herwiha xwaringeh, kafeterya û belemên geriyanê jî di vê projeyê de hene.
Kornîşê Zaxoyê yek ji projeyên xweşik û balkêş ên kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê ye, ku welatiyên deverên cuda cuda yên Kurdistanê û geştiyar berdewam serdana wê dikin.
Ev nivîs 115 car hatiye xwendin.




