Agir bi avahiyê ket û bav zarokê xwe ji nav agir rizgar kir: 4 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Amedê li navça Bismilê di apartmanekî 3 qat de şewat derket û ji aliyê tîmên îtfaiyê de hat vemirand. Bavekî zarokê xwe ji nava agir derxist û ew rizgar kir.
Şewat ber destê êvarê çêbû û sedema wê nehat zanîn. Di encamê de 4 kes ji bedenen xwe ji weslên cuda birîndar bûn. Piştî îtfaiye agir vemirand birîndar ji aliyê tîmên tenduristiyê de hatin birin bo nexweşxanan.
Hat ragihandin ku rewşa birîndarekî şewata agir baş nîne.
Sedema derketina şewatê, piştî îtfaiye rapora xwe diyar bike, dê derê holê.
Ev nivîs 55 car hatiye xwendin.




