Nêçîrvan Barzanî bi Mendelawî re pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê gotûbêj kir

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 22yê Îlonê pêşwazî li Cîgirê Yekem ê Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê Muhsîn Mendelawî û şanda pê re kir.
Serokatiya Herêmê ragihand, di civînê de rewşa giştî ya Iraqê, proseya siyasî û hilbijartinên Encûmena Nûneran ên paşerojê, kar û bernameyên Encûmena Nûneran, peywendiyên Hewlêr–Bexda û rewşa herêmê hatin gotûbêjkirin.
Her du aliyan tekezî li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkên Iraqê, bi taybetî çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr–Bexda li ser bingeha destûr û lihevkirinan kirin ku ev yek di berjewendiya aramiya welat û pêşketina wê de ye.
Serokê Herêma Kurdistanê spasiya hemû kesayetî û aliyên ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan kar dikin, kir. Herwiha wî piştgiriya xwe ji bo hewl û lihevhatina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal di derbarê pirsgirêka mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê de dubare kir.
Her du alî li ser girîngiya lidarxistina hilbijartinên Encûmena Nûneran ên paşerojê li hev kirin û behsa amadekariyên wan kirin. Di vê derbarê de, aliyan geşkirina proseya demokrasiyê ji bo parastina aramî û ewlehiya li welat wekî pêwîst û girîng dane zanîn.
Girîngiya karê hevbeş û hevkariya di navbera pêkhat û aliyên siyasî yên welat û çend pirsgirêkên din ên girîng ên hevbeş, babeteke din a civînê bû.
Ev nivîs 103 car hatiye xwendin.





