Efrîn | Çekdaran piştî lêdanê zêr û pereyên malbatê dizîn

Efrîn | Çekdaran piştî lêdanê zêr û pereyên malbatê dizîn

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku çekdaran bi ser gundekî navçeya Efrînê Cindirêsê de girtiye û piştî lêdana endamên malbatê pere û zêrên wan dizîne û çûne.
Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmê, li gundê Çeqela Cûmê yê bajarê Cindirêsê yê Efrînê 19 Îlonê çekdaran bi ser mala Fetah Elî Mûsa (50) de girt.
Hate diyarkirin ku çekdaran, li xwediyê malê û hevjîna wî da, piştre jî zêr û pereyên wan dizîn û gefa kuştina wan xwar.
Herwiha dema çekdaran gef li wan xwar, li hember xwediyê malê û hevjîna wî yên Êzidî kêr kişandin.

Ev nivîs 105 car hatiye xwendin.