Li Nîzîpê 2 jin di qezayê de mirin

Li Nîzîpê 2 jin di qezayê de mirin

PeyamaKurd – Li ser rêya Riha-Dîlokê li devera bajarokê Nîzîpê, li ser teqîna lastîkên mînîbusê, mînîbus wergeriya û di encamê de 2 jin mirin û 8 kesên din birîndar bûn. Ji birîndaran rewşa yekî ji wan xerab e.

Li ser bûyerê tîmên tenduristiyê û cendirmeyan çûn ciyê bûyerê. Di kontrola jinan de hat fêmkirin ku jina bi navê Curiye El Uglan (45) û jina dinê ya ku navê wê nehat zanîn can dane.

Di qezayê de 8 kesên din yên birîndar bûn, wan bi ambûlansan birin nexweşxana dewletê ya Nizipê. Cenazê her 2 jinan ji bo otopsiyê birin morga Tib a Edlî ya Dîlokê (Gaziantep).

Ev nivîs 60 car hatiye xwendin.