Şaxewan Ebdula: Ti asteng nemane, şandina mûçeyan erkê exlaqî yê Bexdayê ye

PeyamaKurd- Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdula got, peymana petrolê û dahatên derveyî petrolê di navbera Herêma Kurdistanê û Iraq a Federal de hatiye pêkanîn û niha li ser hikûmeta federal erkekî exlaqî û yasayî ye ku erkê xwe bicih bînee û mûçeyê fermanberan bişîne.
Serokê Parlamentoya Iraqê Dr. Şaxewan Ebdula îro Yekşemê dema lêdana zengila sala nû ya xwandinê li bajarê Kerkûkê axivî.
Ebdula li ser mijara neşandina mûçeyan got: ‘’Derbarê mûçeyê Herêma Kurdistanê de peymana petrolê û dahatên derveyî petrolê hatiye pêkanîn. Ji bo peymana nû ya navbera Tirkiye û Iraqê jî amadekarî hatine kirin ku di navbera kompanya SOMO û kompanyayên Tirkiyê de bê kirin. Ti astengek nemaye, tişta ku maye Hikûmeta Federal a Iraqê erkekî exlaqî û yasayî li stûyê wê de ye li hember rêkeftina ku hatiye kirin bo ku mûçeyê du mehan xerc bike.’’
Ev nivîs 119 car hatiye xwendin.





