Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî Yekîtiya Zanayên Kurdistanê pîroz kirin

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di salvegera 55emîn a Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê de pîrozbahî li serok û endamên Nivîsîngeha Bicîhanînê ya yekîtiyê û hemû mamosta û zanayên olî kirin.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha got: “Ez bîranîna 55 saliya damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê bi germî li serok û endamên rêzdar ên Nivîsîngeha Bicihanînê ya Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê û hemî mamosta û zanayên olî pîroz dikim, daxwaza serkeftinên berdewam ji wan re dikim.
Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê çawa ku di dema şoreşê de têkoşîn kiriye û qurbanî dane, di dema azadiya de jî amadebûn û rola xwe di qebûlkirina çanda pêkvejiyan, hevpejirandin û lêborînê de heye, herwesa di şerkirin û nehêlana fikra tundrêtî û demargiriyê û pêşvebirina canê welatparêzî û aştiya civakî de dilîzin.
Em di vê bîranînê de şehîdên Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê bi rêzdarî bibîr tînin û ji canê wan ê paqij re silavan dişînin, herwesa em hemî piştgiriya xwe ji bo kar û têkoşîna Yekîtiya Zanayan ji bo misogerkirina hemî mafên mamosteyên olî tekez dikin.
Em tekez dikin ku, Herêma Kurdistanê dê heta hetayê bê cudahî welatê pêkvejiyanê ji bo hemî pêkhateyên xwe yên olî û neteweyî bimîne û em dê bi hemî awayan rûbirûyî gotinên kerb û kînê û her bizaveke têkdana çanda pêkvejiyanê bibin.”
Peyama Mesrûr Barzanî:
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî di salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê de ragihand ku, yekîtiyê roleke girîng di xurtkirina nermbûn û çanda pêkvejiyana aştiyane de li Herêma Kurdistanê heye.
Serokwezîr Barzanî wiha got: “Di salvegera 55ê ya damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê de, ez gerimtirîn pîrozbahiyan pêşkêşî serok û endamên Nivîsîngeha Bicîhanînê û hemî endamên Yekîtiya Zanayan dikim.
Em bi rêz û hurmetê li rola girîng a Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê û zanayên olî bi giştî di xurtkirina bingeh û nirxên bilind û mirovî yên Îslamê û şerê li dijî hizra tundrêtiyê û xurtkirina nermbûn û çanda pêkvejiyana aştiyane di navbera pêkhateyên cuda cuda yên Kurdistanê de dinêrin.”
Ev nivîs 133 car hatiye xwendin.





