Iraqê hê Tirkiye ji bo hinardekirina petrola Kurdistanê agahdar nekiriye

Iraqê hê Tirkiye ji bo hinardekirina petrola Kurdistanê agahdar nekiriye

PeyamaKurd- Rayedarên Wezareta Enerjiyê ya Tirkiyeyê ragihandine ku ew hêj ji aliyê Iraqê ve ji bo amadekariya hinardekirina petrolê ji Herêma Kurdistanê bo bendera Ceyhanê, nehatine agahdarkirin.

Li gorî rayedarên Tirk Iraqê wan ji destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê agahdar nekiriye.

Hatiye diyarkirin ku Tirkiyeyê gavên pêwîst avêtine, lê petrol nehatiye hinardekirin.

Tirkiye nehatiye agahdarkirin ka ew ê îro an sibê hinardekirina petrolê ji nû ve dest pê bike.

Hêjayî gotinê ye, 25ê Adara 2023an Dadgeha Hakemtiyê ya Parîsê hinardekirina petrolê ji Herêma Kurdistanê bo bendera Ceyhanê rawestandibû.

Herwiha hate ragihandin ku Hewlêr-Bexdayê li ser hinardekirina petrolê li hev kiriye û biryar e îro peyman were îmzekirin. Berî ku hinardekirina petrolê ji nû ve dest pê bike, divê Iraq bi fermî Tirkiyeyê agahdar bike.

Ev nivîs 105 car hatiye xwendin.