Ukraynayê êrîşî depoyên çekan ên Rûsyayê kir

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku Ukraynayê li herêma Donbasê êrîşeke mezin li dijî hêzên Rûsyayê pêk anî. Serfermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Ukraynayê piştrast kir ku li herêmên Donetsk û Luhanskê gelek balafirên bêmirov û depoyên cephaneyê yên artêşa Rûsyayê hatine têkbirin.
Li gorî agahiyan, li Luhanskê cebilxane ji bo alaya tankan dihat şandin, ku tê de bombeyên destan, fîşek û bi hezaran cephaneyên topan û tankan hebûn. Herwiha li Donetskê jî, ji artêşa Rûsyayê re zêdetirî 19 hezar balafirên bê mirov digel bataryayan hatibûn amadekirin. Ev êrîşên bi bandor ên Ukraynayê, di hewildanên wan ên ji bo bêbandorkirina lojîstîka leşkerî ya Rûsyayê de gaveke girîng in.
Li aliyê din, Rûsyayê jî êrîşî Ukraynayê kir, ku di encamê de binesaziyên sivîl zirar dîtin û kuştî û birîndar hene. Hêzên Rûsî hem balafirên bêmirov ên kamîkaze hem jî bombeyên hewayî yên rêberkirî bikar anîn. Herêmên ku herî zêde ji van êrîşan zirar dîtin, Kîev, Sumî û Zaporojiyayê ne.
Li Kîevê, di encama êrîşa bi balafirên bêmirov de agir bi apartman û xaniyan ket û kesek birîndar bû. Li Zaporojiyayê jî, di êrîşeke bi pênc bombeyên hewayî de, li gorî agahiyên destpêkê, 3 kesan jiyana xwe ji dest da û binesaziyên sivîl, xanî û wesayît zirar dîtin.
Ev nivîs 79 car hatiye xwendin.




