Li Londonê Balyozxaneya Filîstînê hate vekirin

Li Londonê Balyozxaneya Filîstînê hate vekirin

PeyamaKurd- Li paytexta Brîtanyayê Londonê, bi fermî balyozxaneya Filîstînê hate vekirin.

Li ber avahiya Mîsyona Filîstînê ya li Londonê, di merasîmeke bi heybet de, ala Filîstînê hate bilindkirin.

Balyozê Filîstînê yê li Brîtanyayê, Husam Zomlot, di merasîmê de got: "Ev alaya Filîstînê, nûnertiya Balyozxaneya Filîstînê dike."

Hêjayî gotinê ye, piştî ku Brîtanya dewleta Filîstînê nas kir, vekirina balyozxaneyê weke gaveke girîng tê dîtin.

Di merasîmê de, wezîrê Brîtanyayê yê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, Hamish Falconer jî axivî û got, biryara Brîtanyayê ya naskirina dewleta Filîstînê, piştgiriyeke mayînde ye ji bo mafê gelê Filîstînê yê çarenûsa xwe. Falconer destnîşan kir ku çareseriya aştiyane ji bo Filîstînî û Îsraîliyan, girêdayî çareseriya du dewletî ye.

Ev nivîs 85 car hatiye xwendin.