Di teqîna li Pakistanê de herî kêm 25 kes mirin

PeyamaKurd – Li Pakistanê li eyaleta Hayber Pahtunhvayê di malekî de alavên teqemeniyê teqiyan û di encamê de herî kêm 25 kes mirin. Li ser êrîşên hewayî yên Pakistanê û operasyonên hêzên ewlehiyê de gotinên cuda tên gotin bê teqîn ji bo çi çêbûye. Di nav miriyan de zarok û jin jî hene.
Dewleta Pakistanê dibêje ku teqemenî di malekî de bûye û mîlîtan alavên teqemeniyê danîne wê malê. Bûyer her weha ji aliyê parlementer İkbal Afridi ku parlementerê partiya PTI (Tevgera Edaletê ya Pakistanê) hat piştrast kirin ku di ser hesabê xwe yê Xê de ragihandiye.
Piştî teqînê li deverê xwepêşandan hatin kirin lê ji aliyê hukumetê û artêşa Pakistanê de heya niha tiştek fermî nehat gotin.
Li gor NDTV ya Hindistanê; hêzên hewayî yên Pakistanê li eyaleta Hayber Pahtunhvayê êrîşên hewayî pêkaniye, di nav wan de jin û zarok bi temamî 30 kes mirine. Belkî çalakiyên piştî bûyerê ku hukumetê protesto kirine ji ber bombebarana hêzên hewayî yên Pakistanê ye û teqîn ji ber êrîşan çêbûye.
Li Pakistanê Peştû, ji aliyekî de dixwazin bibin dewletekî serbixwe û Belûcî ji aliyê dinê de dixwazin xwediyê dewleta xwe bin. Her yek li gor rewşa xwe xwediyê rêxistinên rizgariyê ne.
Ev nivîs 65 car hatiye xwendin.




