Partiya Malikî: Em nahêlin Sûdanî cardin bibe Serokwezîr

PeyamaKurd- Çarçoveya Hemahengiyê ku hikûmeta Iraqê ava kiriye û Hevpeymaniya Nûrî Malikî ragihand ku ew ê rê nedin ji bo cara duyem Mihemed Şiya Sûdanî bibe Serokwezîrê Iraqê.
Berdevkê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Eqîl Fetlawî got, hin endam û namzetên wan tevlî lîsteya Mihemed Şîya Sûdanî bûne û red kir ku bi rêbazên cûda û şiyana dewletê ji bo wê armancê xebat hatiye kirin.
Berdevkê Hevpeymaniya Dewleta Yasa diyar kir: "Hevpeymaniya me dê qebûl neke ku Sûdanî dîsa bibe serokwezîr ji ber hejmarek mijran ku ji wan jî Serokwezîr nirx nade mijara hevbeşî û şirîktiyê. Ji ber ew yek gelek girînge ku ev hikûmet dayîkbûyê Çarçoveya Hemahengiyê ye, lê wî ew yek li berçav negirt û gelek têbinî li ser hikûmetê hene. Niha Sûdanî kar li ser wê yekê dike ku welatên herêmî û Ewropa û bi taybet jî Amerîkayê derbarê xwe de razî bike.”
Ev nivîs 93 car hatiye xwendin.





