Iraq herî zêde berhemên Tirkiyê hawirde dike: Di rêza yekem de ye
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Iraq di nav 5 mehên dawî de, bûye welatê yekem ê ku berhemên zad, sewze, rûn û tiştên din ên xwarinê ji Tirkiyê hawirde kiriye.
Li gorî daxuyaniya Yekîtiya Hinardekarên Başûrêrojhilat (Bakurê Kurdistanê) di pênc mehên destpêka sala 2024an de, hinardeya wan a bo Iraqê li gorî sala 2023yan ji sedî 9,2 zêde bûye û gihîştiye 1,4 milyar dolaran.
Serokê Yekîtiya Hinardekaran Cemal Kadoglu diyar kir, Iraq li gorî heman serdema sala borî di 5 mehan de, bûye hawirdekara herî mezin a herêmê û niha di rêza yekem de ye.
Ev nivîs 76830 car hatiye xwendin.