Îsraîlê hemû bazirganiya bi Tirkiyê re hilweşand û ji sedî 100 bac danî ser berhemên wê
PeyamaKurd - Wezîrê Darayî yê Îsraîlê Bezalel Smotrich eşkere kir ku ew wekî bertek ji bo biryara Serokomarê Tirkiyeyê ya li ser rawestandina hinardekirinê bo Îsraîlê, lihevkirina bazirganiya azad a bi Tirkiyeyê re hildiweşînin û baca 100% li ser hawirdekirina Tirkiyeyê disepînin.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyipi Erdogan, demek berê piştî bertek û rexneyên opozîsyonê, ragihandibû ku ew hemû bazirganiya bi Îsraîlê re ji ber êrîşên ser Xezeyê radiwestînin û Tevgera Hemasê ku Îsraîl wekî teror dibîne û şerê wê dike jî wekî rêxistineke berxwedanê bi nav kiribû.
Piştî daxuyaniya Erdogan, Wezareta Bazirganî ya Tirkiyeyê li ser berdewam hinardeya Îsraîlê dabû xuyakirin, “Sê meh ji bo bicihanîna fermanên niha bi rêya welatê sêyem li ber destê kompaniyan hene”.
Bezalel Smotrich îro 17ê Gulanê eşkere kir: “Biryara Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ya li ser rawestandina hawirdekirina kelûpelan ji bo Israîlê binpêkirina lihevkirinên bazirganî yên navdewletî ye ku Tirkiye pabendî wan bûye”.
Smotrich got: “Eger welatiyên Tirkiyeyê di dawiya gera serokatiya Erdogan de serokekî nû yê hevseng hilbibêjirin ku kêşeyan ji Israîlê re çêneke, wê demê mimkun e em vebigerin ser rêya bazirganiyê bi Tirkiyeyê re”.
Herwiha Smotrich da zanîn, hemû bacên gumrikê yên ku hatibûn kêmkirin li ser wan kelûpelên ku ji Tirkiyeyê bo Îsraîlê tên hawirdekirin û bi rêya lihevkirina bazirganiya azad bûn, niha têne hilweşandin û hevdem her berhemeke ji Tirkiyeyê bo Îsraîlê bê hawirdekirin dê bi rêjeya 100% bac li ser bê danîn.
Ev nivîs 105339 car hatiye xwendin.