Ji Rêveberiya Rojava 10 biryarên aborî: Ruxsetkirin, dabînkirina mazotê, binesazî...
PeyamaKurd - Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, 10 biryarên ji bo pêşxistina aboriya herêmê der kir.
Di biryaran de pêşxistina beşa mal û milkan û ruxsetkirina hemû kargehan jî cî digre.
Desteya Aboriyê bi beşdariya cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hesen Koçber û hevserokên desteyên aborî yên 7 kantonên herêmê civiya û binesaziya aborî, rewşa rêxistinî, asta şopandina karên pêşesazî û aborî hatin nirxandin.
Li gorî medya Rojavayê Kurdistanê, di civînê de raporên mehane yên desteyên aborî yên 7 kantonan, astengiyên li pêşiya karên wan û plansaziyên bi armanca pêşxistina aborî, başkirina nan û dabînkirina mazotê hatin nîqaşkirin.
Biryarên di civînê de hatine standin wiha ne:
- Pêşxistina beşa mal û milkan (Eqar).
- Avakirina navendên lêkolînên zanistî yên girêdayî çandiniyê. Dabînkirina pêwîstiyên avdana nûjen.
- Tevahî beşên civakê beşdarî dayîna biryarên derbarê çandiniyê de were kirin.
- Rola komîteya gumrikê têkildarî qanûnên taybet bi bazirganiya derve re.
- Divê tevahî kargeh ruxsetê werbigirin.
- Pêşxistina aşan û ji bo pêşxistina mekanîzmeya çêkirina nan xebat were kirin. Nabe aş genimên bi pileya 3 û 4’an beriya paqijkirinê werbigirin.
- Xurtkirina rola komîteyên şopandina firinan. Avakirina zabîteyên zimhêrê yên taybet bi firanan.
- Divê desteyên aborî parên ard li gorî hejmara niştecihên herêmê li firinan belav bikin.
- Biryara Meclisa Rêveber ya ku aşan bi Desteya Aborî ve girê dide, were aktîvkirin.
- Komîte werin avakirin, da ku mercên durist ên firinan, mijarên girêdayî vekirina firinan û kişandina ruxsetan ji nû ve binirxîne.