Kurdistan | 400 hezar kesan hesabê ‘Hejmara Min’ vekir
PeyamaKurd - Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku heta niha 400 hezar mûçexurên Herêma Kurdistanê navê xwe di projeya Hejmara Min de tomar kiriye.
Li gorî daxuyaniyê, niha 231 amûrên perekişandinê ATM li seranserê Herêma Kurdistanê berdest in û heta dawiya sala 2024ê hejmara wan dibe nêzî hezar ATMyan.
Herwiha niha şeş bankên bi navê n; RT, Cîhan, Bexda, BBAC (bankeke Lubnanî ye), Banka Ehlî ya Iraqê, Banka Îslamî ya Iraqê û Banka Bazirganî ya Iraqê TBI tevlî projeya Hejmara Min bûne.
Projeya Hejamra Min hejmareke xizmetkarî û fêdeyan ji bo pişkdarên xwe dabîn dike, yên herî girîng jî evin; xizmetkariya darayî, padaşta hevpariyê, şiyana derxistina pereyî ji tevaya amûran û karpêkirina li seranserî cîhanê û ewlehiyeke darayî ya baştir.
Ji aliyê Banka Navendî ya Iraqê ve itîraf bi projeya Hejamra Min hatiye kirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî tekez dike ku, projeya Hejmara Min tevaya şert û pêdivîyên Banka Navendî ya Iraqê bi cih anîne.
Ev nivîs 93082 car hatiye xwendin.