Putin: Wê aboriya Rûsya di 6 mehên ewilî de %5 mezin bibe
PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di ahengekî li Moskovayê de li ser aboriya Rûsyayê axifî. Di mijarê de Putin ragihand ku wê di 6 mehê ewilî salê de, aboriya Rûsyayê %5 mezin bibe û weha dewam kir:
“Şîrketên Rûsyayê piştî şîrketên Rojava terka welatê me kirine, şîrketên me şûna şîketên Rojava girtine û di karên xwe de serkeftî ne. Şîrketên me, di demên dawiyê de bêhtir bûne wetenperwer û bi dewletê ve girêdayîne.
Pêwiste em ciwanên nesla nû destek bikin û divê em wan biafirînin. Her çiqas ez naxwazim peyvê bikarbînim jî divê em ‘elîtan’ biafirînin.”
Putin got ku karsazên wan dema şîrketên Rojava terka welat kirin, ew nehiştin ku ciyên wan vala bimîne û kargehên Rûsyayê biroxin. Ew ne tenê ji wan Rojavahiyan karan dewir sitend lê di heman wextê de bêhtir pêşde çûn. Putin weha dewam kir:
“Sala borî aboriya me %3,6 mezin bû, di çar yeka îsal de %5,4 mezin bû û di nîvê ewilî salê de, em bende ne ku aboriya me %5 mezin bibe.”
Ev nivîs 68137 car hatiye xwendin.