Rûsya hewl dide qeyrana pare bi pareyên krîpto çareser bike
PeyamaKurd – Rûsyaya ku piştî despêkirina şerê Ûkraynayê bi guvaşên tund ên aborî yên welatên Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re rû bi rû ma, hewl dide ku qeyrana aborî bi pareyên krîpto çareser bike.
Piştî guvaşên welatên Ewropa û DYAyê, danûstandinên Rûsya yên bi hevkarên xwe yên bazirganî yên sereke yên wek Tirkiye, Çîn, Hindistan û Îmaratê re pir kêm bûn.
Rûsya bi rêziknameya ku rê li ber bikaranîna muameleyên krîpto di dayinên navneteweyî de vedike hewl dide vê pirsgirêkê ji holê rake.
Li gor nûçeya Reutersê, tê çaverêkirin ku rêziknameya pareyên krîpto di 23ê Tîrmehê de ji parlamena Rûsyayê re bê pêşkêşkirin.
Beriya vê yekê Dezgeha Karûbarên Çavdêriya Darayî ya Rûsyayê ragihand ku divê welat ji bo pareyên krîpto xebata binesaziyê bilez bike. Hat destnîşankirin ku dema ku ev tê kirin divê rîsk jî li ber çavan bê girtin.
Serokê Dezgeha Karûbarên Çavdêriya Darayî Yuri Chekhanchin di derbarê mijarê de got: "Ev pêdiviyek e, nemaze ji ber ku karsaziyên ku bi guvaşên DYA û Ewropa re rû bi rû ne, dema ku hewce bibin, dikarin bikevin bazarên navneteweyî, lê belê her gav nikarin rêbazên standard bikar bînin."
Chekhanchin bêyî ku navan bilêv bike, diyar kir ku li hin welatan rêziknameyên pareyên krîptoyê yên berbelav xetereya sereke ne û destnîşan kir ku mafê Dezgeha Karûbarên Çavdêriyê heye ku danûstandinên ku yasayên Rûsyayê binpê dikin asteng bike.
Dravdanên krîpto li Rûsyayê ne qanûnî ne û tê payîn ku rêzikname tenê pareyên navneteweyî bihundurîne.
Banka Navendî ya Rûsyayê di daxuyaniyên xwe yên berê de li xwe mikur hatibû ku yek ji pirsgirêkên herî gring ên ku aboriya welêt pê re rû bi rû maye, paredan e.
Ev nivîs 51258 car hatiye xwendin.