Şanda Kurdistanê û kompaniyên petrolê ji bo destpêkirina hinardeyê li Bexdayê ne
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompanyayên petrolê yên li Herêma Kurdistanê kar dikin, li ser banga Wezareta Petrola Iraqê gihîştin Bexdayê.
Serokê Dîwana Civata Wezîrên Herêma Kudistanê Umêd Sebah derbarê mijarê de ragihand, armanca serdana şanda Hikûmeta Herêma Kurdistan û kompanyayên petrolê bo Bexdayê bi hev re ye da ku bi wezareta petrolê a Iraqê re zêdetir danûstandinan bikin.
Herwiha armanc di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê bicihanîna mekanîzmayeke çareseriyê ye, ji bo ku pêvajoya hinardekirina petrolê ya Herêma Kurdistanê dest pê bike.
Ev nivîs 85559 car hatiye xwendin.