‘Serdana Mesrûr Barzanî a Bexdayê hişt ku budçe bê pejirandin’
PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah, li ser pejirandina rewşa dawî ya tevî sererastkirinan a budçeya 2024an a Iraqê ku pişka Kurdistanê jî hatiye diyarkirin daxuyanî da.
Ebdullah got: “Serdana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Bexdayê di dema xwe de bû, her ew bû sedema wê yekê ku bandor li ser pejirandina budçeyê kir.”
Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah got: “Mijara budçeya îsal her ji destpêkê ve hat Civata Nûnerên Îraqê, dengekî nerazîbûnê yê zêde li ser wê pişka budçeyê ya Herêma Kurdistanê ku hatiye zêdekirin peyda bû, tevî ku ew mijar bi wî awayî nebû, tevaya budçeya Iraqê hatbû zêdekirin.”
Şaxewan Ebdula diyar kir, “Ji ber ku tevaya budçeya Iraqê hatibû zêdekirin, diviyabû bi awayekî otomatîkî pişka budçeya Herêma Kurdistanê jî di wê pişka Iraqê de hatiba zêdekirin, lê bizav dihatin kirin ku awayekî wisa bê çêkirin ku destdirêjî li ser mafên darayî yên xelkê Herêma Kurdistanê bê kirin.”
Ebdullah da zanîn, “Armanca wan ew bû ku wî pereyî ji bo parêzgehan veguhêzin lê çawa veguhêzin? Wan dixwest ji pişka Herêma Kurdistanê veguhêzin, ji Sindoqa Pêşxistinê û Wezareta Bazirganî veguhêzin, lê bizavên wan ser negirt. Ew jî ji ber hejmareke sedeman bû, ya yekê li ser mijara budçeya Herêma Kurdistanê her ji destpêkê me ji wan re got ku em rêyê nadin destdirêjî li ser pişka budçeya Herêma Kurdistanê bê kirin.”
Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Iraqê herwiha destnîşan kir, “Serdana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo Bexdayê gelek girîng bû. Serdana wî di dema danûstandinên Lijneya Darayî yên li ser xişteyên budçeyê bû. Her kesekê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji nêz ve nas bike, dizane ku di warê darayî û petrolê de kesekî çend hûrbîn e û şarezahiyeke baş jî heye. Her dema ew bi aliyan re danûstandinan dike, bi data û hejmar behsa çewisandin û mafên Kurdan dike. Wî wisa kir ku tevaya aliyan têbigihin ku xedreyekê li Herêma Kurdistanê dikin.”
Ev nivîs 89210 car hatiye xwendin.