Seroka IMFê: Aboriya cîhanê ji sedî 3,2 mezin bûye
PeyamaKurd - Seroka Fona Pare ya Navneteweyî (IMF) Kristalina Georgieva di çalakiya ku ji aliyê Enstîtuya Lêkolînên Navneteweyî ya Swîsreyê ya girêdayî Zanîngeha Zurichê ve hat organîzekirin de di derbarê aboriya cîhanê de nirxandin kir.
Georgieva da zanîn ku aboriya cîhanê ji 2020î û vir ve, ji bo qeyranên nişkî bêtir derfetdar bûye û got: “Tiştê balkêş ew e ku tevî van hemû qeyranan jî aboriya cîhanê piştrast kiriye ku gelekî berxwedêr e. Di warê aborî de em di rawestîneke cîhanî de nînin."
Georgieva diyar kir ku par tirs hebû ku piraniya aboriyê ber bi paşveçûnê ve biçe, lê belê ev yek pêk nehat.
Georgieva balê kêşa ser wê yekê ku ew ji bo îsal û sala bê, pêşbîniya mezinbûna ji sedî 3,2 dikin û got: "Enflasyona ku pir bi hêz li me xist, hema bêje li her derê ber bi kêmbûnê ve diçe."
Li ser pirsa fikarên jeopolîtîk jî Seroka IMFê Kristalina Georgieva got: "Tiştê herî dramatîk ku em dibînin; şerên li cîhanê têne dîtin.."
Ev nivîs 107962 car hatiye xwendin.