Serokwezîr Barzanî ji bo hejmarek veberhêneran efû derxist

Serokwezîr Barzanî ji bo hejmarek veberhêneran efû derxist

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo hejmarek veberhêneran efûya bacê hat derxistin.

Serokê Desteya Veberhênanê ya Hikûmeta Herêma Mihemed Şukrî ragihand, “Bi fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, lêborîn ji bo çend risûmatan ji bo wan kargeh û projeyan hatiye kirin ên ku li deverên kêm pêşketî tên bicihanîn, ew jî wekî paldan û piştevaniyek ji wan projeyan re, ji bo pêşxistina aboriya Kurdistanê û zêdekirina berhemê navxwe.”

Mihemed Şukrî got: “Qanûna veberhênanê û rênimayên veberhênanê hene, hejmareke bac ji veberhêneran tên wergirtin ka gojimê projeyê çend be û yek ji sedê ya xizmetkariyên weberhênanê ji tevaya gojimê projeyê tê wergirtin, herwiha kirêya lidûçûnê û hejmareke bacên din ku ji veberhêneran tên wergirtin, lewma Serokwezîr Mesrûr Barzanî biryar daye ji bo deverên kêm pêşketî yên Herêma Kurdistanê veberhêner bi wan risûmatan bên efûkirin, ji bo ku karên bên ên veberhêneran ji niha û pê de ji bo deverên kêm pêşketî bin, da ku kargehan lê dabînin û projeyên stratejîk li wan deveran bi cih bînin, ji bo wê yekê ku ew dever jî fêdeyî ji projeyên veberhênanê werbigirin.”

Ev nivîs 51188 car hatiye xwendin.