Şîrketa Çînê ya hilberîner ya erebeyên bi elektrîkê BYD li Tirkiyê veberhênanekî mezin dike
PeyamaKurd - Şîrketa Çînê ya hilberîner ya erebeyên bi elektrîkê BYD, li Tirkiyê veberhênanekî mezin ya bi miqdarê 1 milyar dolarî dike. Peyman, di navbera wezareta sanayî û teknolojiyê ya Tirkiyê û şîrketa BYDê ya Çînê de bi amadebûna serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan hat îmzekirin.
Kapasîta hilberînê salane wê 150 hezar otomobîlê be. Her weha wê navenda AR-GE ya teknolojiya ku dijkare dewam bike, bê avakirin û tesîs wê di dawiya sala 2026an de dest bi hilberînê bike.
Ji bo wê jî wê li dora 5 hezar karker dikaribe di fabrîkê de bixebite.
Ev nivîs 60534 car hatiye xwendin.