Tehran ji bo sermayeya biyanî hewl dide hilberîna nefta xwe zêde bike
PeyamaKurd - Rejîma Îranê ku biryar dabû hilberîna nefta xav a rojane 400 hezar bermîl zêde bike û bike 4 milyon bermîlî, plana ji bo hêsankirina bikaranîna derfetên aborî yên biyanî û zêdekirina hilberîna nefta xav a Kompaniya Neftê ya Neteweyî jîhêsankirina bikaranîna derfetên darayî yên derve û zêdekirina hilberîna nefta xav a Şîrketa Netewî ya Petrolê pesend kir.
Piştî mirina Reîsî, yekem civîna Muhbîr
Li gorî nûçeya televîzyona fermî ya Îranê, rêveberiya rejîma Îranê bi serokatiya Mihemed Muhbîrê ku piştî mirina Serokkomar Îbrahîm Reîsî, postê Serokomariyê bi wekalet wergirtibû, li paytext Tehranê civîna Konseya Aboriyê hat lidarxistin.
Di civîna ku plana hêsankirina bikaranîna derfetên aborî yên biyanî ya buhayê 5,5 milyar dolarî û zêdekirina nefta xav hate pesendkirin de, di vê çarçoveyê de, li gorî rayedarên Îranê, hilberîna nefta xav a rojane ku niha 3,6 milyon bermîl e, wê 400 hezar bermîl bê zêdekirin û bi giştî bigihîje 4 milyon bermîlan.
Guvaşên DYA
Îran ku ji ber guvaşên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di frotina nefta xwe de gellek zehmetiyan dikêşa piştî guvaşên DYA yÊn Gulana 2018an hilberîna nefta xwe daxistibû binê 2 milyon bermîlan. Di vê heyamê de, rêjeya hinardekirina neftê rojane daketibû jêr 500 hezar bermîlan.
Di rapora mehane ya dawî ya 14ê Gulanê ya Rêxistina Welatên Neftê Henarde Dikin (OPEC) de hate ragihandin ku rêjeya hilberîna nefta xav a rejîma Îranê, di meha Avrêlê de rojane 3 milyon û 212 hezar bermîl bûye. Ev jî nîşan dide ku Îran li gorî meha borî hilberîna nefta xwe 14 hezar bermîl zêde kiriye.
Ev nivîs 97455 car hatiye xwendin.