TUIKê enflasyona Pûşperê ya Tirkiyeyê ragihand: %71,6
PeyamaKurd - Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUIK) di meha Pûşperê de Endeksa Buhayê ya Xerîdaran (EBX) ji sedî 71,6 zêde bû.
Ev endeks li gor meha çûyî ji sedî 1,64, li gorî heman meha par ji sedî 71,6, li gorî meha Kanûna par ji sedî 24,73 û li gorî navencî yên 12 mehan ji sedî 65,07 hat hesabkirin.
Wezîrê Gencîne û Darayî yê Tirkiyeyê Mehmet Şîmşek di derbarê daneyên nû de got, "Pêvajoya kêmkirina enflasyonê dest pê kir. Daneyên meha Pûşperê yên ji sedî 1,64, salekê enflasyon ji sedî 22 nîşan dide."
Şîmşek di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de "Biryardariya Bernameya Darayî" ya ku wî dabû destpêkirin destnîşan kir.
Li gorî daneyên TUIKê, di meha Pûşperê de li gorî heman meha sala borî herî kêm di cil û berg û pêlavan de ji sedî 47,84 zêdebûn çêbûye.
Ji aliyê din ve li gorî heman meha sala borî ya herî zêde di perwerdeyê de ji sedî 107,11 zêdebûn çêbûye.
Li gorî daneyên Koma Lêkolînên Enflasyonê (ENAGrup) di meha Pûşperê de enflasyona salane ji sedî 113,08 bû.
Li gorî ENAGê enflasyona 6 mehan ji sedî 41,16 bû.
Li gor daneyên ku TUIKê eşkere kir, enflasyon di meha Gulanê de ji sedî 75,45 bû. Ev ji Mijdara 2022yan vir ve rêjeya enflasyonê ya herî bilind bû.
Ev nivîs 64786 car hatiye xwendin.