Wê Tirkiye li Somaliyê li petrol û gazê bigere

Wê Tirkiye li Somaliyê li petrol û gazê bigere

PeyamaKurd – Di navbera Tirkiyê û Somaliyê de ji bo lêgerîna Hidrokarbon û hilberîna wê di navbera Tirkiyê û Somaliyê de peyman hat îmzakirin.

Bi vê peymanê, wê Tirkiye li derya Somaliyê li 3 herêman li petrol û xazê bigere. Her herêmekî ji 5000 km2 pêk tê.

Ragihandin ji aliyê wezîrê enerjiyê û çavkaniyên xwezayî ji aliyê Alparslan Bayraktar de hat kirin. Bayraktar got ku Tirkiye ji bo li petrol û gazê di offshore ya Somaliyê de bigere, peyman îmze kiriye. Wê keştiya lêgerîna petrol û gazê ya bi navê Oruç Reis di meha Êlûnê de here Somaliyê. Bayraktar weha dewam kir:

“Wê Tirkiye li offshore ya Somaliyê li petrol û gazê bigere. Seha lêgerînê ji bejayiya Somaliyê 50 û 100 km dûr e. Em ê sîsmîkê bikin. Em keştiya Oruç Reis dişînin. Wê sondaj û piştî sondajê bi keşfê encam bide.

Ji sala 2016an heya niha stratejiya ku me daniye, em dikarin xebatên xwe bikin. Keştiya Oruç Reis wê bi 50 kesî ve here Somaliyê. 5 keştî dê destekê bidinê û wê hêzên deryayê yên Tirkiyê bi wan re bin.