Wezîrê Petrolê yê Iraqê: Em ê bi şanda Kurdistanê re li hev bikin
PeyamaKurd – Wezîrê Petrolê yê Iraqê Xeyan Ebduxenî ji televizyona Al-Iraqiya re ragihand ku di hevdîtinên ligel şanda Herêma Kurdistanê de pêşketin heye û got ku ew ew bi hêvî ne li ser hinardeya petrolê li hev bikin.
Hêjayî gotinê ye, 9ê Hezîranê şanda Herêma Kurdistanê ligel kompaniyên petrolê yên Kurdistanê kar dikin, li Bexdayê bi berpirsên hikûmeta federalî re civiyabûn.
Piştî civînê jî Wezîr Ebdulxenî gotibû, li ser mijara ji nû ve destpêkirina hinardeya petrola Kurdistanê pêşketin çêbûye.
Hinardeya petrola herêma Kurdistanê bo derveyî welat li ser biryara Dadgeha Tehkîmê ya Parîsê ji 25ê Adara 2023yan ve rawestiyaye û ji ber di navbera Tirkiye û Iraqê de lihevkirin çênebûye, hîn jî hinardeya petrolê bi ser bendera Ceyhanê de dest pê nekiriye.
Ev nivîs 83754 car hatiye xwendin.