Zêdetirî 12 hezar Pêşmergeyan mûçeyê xwe bi ‘Hejmara Min’ wergirt

Zêdetirî 12 hezar Pêşmergeyan mûçeyê xwe bi ‘Hejmara Min’ wergirt

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku projeya ‘Hejmara Min’ a bankî her diçe li Herêma Kurdistanê bipêş dikeve û mûçe bi ser wê sîstemê ve têne wergirtin.

Cîgirê Birêveberê Nivîsîngeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ezîz Ehmed îro Sêşemê li ser hesabê xwe yê Xê ragihand, “Zêdetirî 12 hezar Pêşmergeyên lîwayên hevpar di vê hefteyê de bi awayê dîjîtalî mûçeyên xwe werdigirin.”

Ezîz Ehmed got: “Ev gelek sal in ku ev çaksaziya niha ji aliyê hevparên navdewletî ve tê piştevanîkirin. Wê heta dawiya îsal hemû lîwayên hevpar bi rêya dîjîtalî mûçeyên xwe werbigirin.”

Hêjayî gotinê ye, îro 16ê Tîrmehê 676 milyar û 36 milyon dînar wekî mafê mûçeyên her du mehên Gulan û Hezîranê yê hêzên Pêşmergeyan û dezgehên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê, li ser hejmara bankê ya Wezareta Darayî û Aborî li tayê Hewlêrê yê Banka Navdewletî ya Iraqê hatin razandin ku ev yek piştî hevdîtina Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî pêk hat.

Ev nivîs 53144 car hatiye xwendin.