Aborînasekî Iraqî gumanên xwe derbarê budceya 2025an de tîne ziman

Aborînasekî Iraqî gumanên xwe derbarê budceya 2025an de tîne ziman

PeyamaKurd – Aborînas û akademîsyenê Iraqî Nebîl Mersûmî derbarê niyeta hikûmeta federal a Iraqê de gumanên xwe anî ziman û diyar kir ku dibe îsal jî, wekî salên 2014, 2020 û 2022yan, Iraq bê budce bimîne.

Mersûmî bi rêya hesabê xwe yê Facebookê ragihand: "Iraq di salên 2014, 2020 û 2022yan de bêyî budceya giştî ma. Di heman demê de di du salan ji van salan de hilbijartinên parlamentoyê jî hatin lidarxistin."

Wî herwiha bal kişand ser metirsiya dubarebûna vê rewşê di sala 2025an de û got: "Tirs heye ku Iraq di sala 2025an de jî wekî van salan bê budce bimîne, nemaze ku îsal jî hilbijartin têne kirin."

 

Ev nivîs 62 car hatiye xwendin.