Agirbesta bi Hizbullahê re pir nêzîk bûye: Naveroka wê eşkere bû

Agirbesta bi Hizbullahê re pir nêzîk bûye: Naveroka wê eşkere bû

PeyamaKurd - Balyozê Îsraîlê yê li Amerîkayê Michael Herzog, li ser danûstandinên agirbestê yên bi Hizbullaha Lubnanê re ragihand, "Rêkeftin nêzîk bûye. Dibe ku di çend rojan de çêbe.”

Herwiha berpirsekî payebilind ê Îsraîlê jî ji medya Amerîkî re gotiye, Netanyahu duh bi amadebûna wezîran û rayedarên îstîxbaratê civînek li ser gotûbêjên agirbestê li dar xistiye û biryar hatiye dayîn ku ber bi pêkanîna pêşnûmeya agirbestê ve biçin.

Li gorî zanyariyan, wê pêşnûmeya agirbesta 60 rojan a Îsraîlê di vê hefteyê de were ragihandin ku vekişîna artêşa Îsraîlê ji başûrê Lubnanê û belavbûna artêşa Lubnanê li herêmên nêzî sînor li xwe digre.

Dîsa li gorî pêşnûmeyê, wê Hizbullah çekên xwe yên giran veguhêze bakurê çemê Lîtanî, bi armanca çavdêriya pêkanîna binpêkirinan û rawestandina wê jî komîteyeke çavdêriyê bi serkêşiya Amerîkayê dê bê avakirin.

Rojnameya Şerq El Ewsat, bi zarê rayedarên Îsraîl û Amerîkayê daye xuyakirin, Washington qebûl kiriye ku li dijî gefên li ser Lubnanê garantiya piştevaniya xebata leşkerî bide artêşa Îsraîlê û tedbîrên betalkirina ji nû ve sazkirina hebûna leşkerî ya Hizbullahê li nêzî sînor yan qaçaxçîtiya çekên giran bên wergirtin.

Li gorî pêşnûmeyê, heke artêşa Lubnanê li hemberî gefan nesekine, dê Îsraîl piştî nîqaşên bi Amerîkayê re van tedbîran bistîne.

Ev nivîs 26 car hatiye xwendin.