2500 jinên Kurdên Êzidî yên destê DAIŞê rizgar nebûne
PeyamaKurd - Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ragihand ku, hîn zêdetirî 2 hezar û 500 jinên Kurdên Êzidî li cem rêxistina terorîst a DAIŞê ne.
Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed îro 25ê Mijdarê, civîna rojnamevanî ya helkefta Roja Cîhanî ya Nehiştina Tudniya li Dijî Jinê de got, “Li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, nabe ku lêborînên giştî tawanbarên kuştina derheqê jinê de, li bigire.”
Rêber Ehmed bal kişand ser hewildanên dezgeh û saziyên Hikûmeta Herêma Kuridstanê ji bo rizgarkirina jinên Kurdên Êzidî yên ku hêj di dest DAIŞê de man e û wiha axivî: “Heta niha bêhtirî 2500 jinên êzidî di dest DAIŞê de man e, ku me nikariye wan rizgar bikin. Lê dezgehên hikûmetê di bin serpereştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî de, hewl didin ku di paşerojê de karibin wan jî rizgar bikin û wan vegerînin Kurdistanê û nav malbatên wan.”
Ehmed got, “Kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek pêngavên praktîk avêtine ji bo nehiştina tundiya li dijî jinan.”
Ev nivîs 25 car hatiye xwendin.