Cotkarê Kurd: Artêşa Iraqê cotkarên li Kerkûkê aciz dike
PeyamaKurd – Cotkarên kurd li bajarokê Sergeran ê Kerkûkê dibêjin, artêşa Iraqê bi hincetên nerewa cotkaran aciz dike.
Artêşa Iraqê li gundên Şinaxe û Pelkane yên girêdayî bajarokê Sergerana Kerkûkê 2 cotkarên kurd binçav kirin. Cotkar piştî saetan bi şertê kefaretê hatin berdan.
Yek ji wan cotkaran Deştî Axa ji Kurdistan24ê re axiviyebû gotiye, “Ti sedemeke binçavkirina min tunebû. Artêşa Iraqê ji bûyerên 16ê cotmehê û vir ve her roj cotkarên herêmê tehdîd dike pêşî li çandinî û avdanê bigire, bi ser me de digire. Ji bo berdana min xwestin li qereqolê nameya tesdîqê îmze bikim, lê ji ber hemwelatî me, min qebûl nekir.”
Deştî Axa bang li parêzgarê Kerkûkê kir ku pirsgirêkên cotkaran çareser bike û got, “Ev pirsgirêk pirsgirêka Kerkûkê ye. Bi awayekî nehiqûqî ji erebên îthal re ax nayê pêşkêşkirin.”
Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.