Batman | Qeyûm tabelaya bi kurdî rakir

Batman | Qeyûm tabelaya bi kurdî rakir

PeyamaKurd – Li bajarê Batmanê yê Bakurê Kurdistanê piştî ku qeyûm tayînî şaredariya wê hat kirin, tabelaya “Kompleksa Werzîşê ya Jinê” ya bi kurdî, rakir.

Kompleksa Werzîşê ya Jinê ku girêdayî Şaredariya Batmanê ye sala 2015an di dema Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) de hatiye vekirin û tabelaya wê bi kurdî jî hatibû daliqandin.

Lê piştî ku sala 2016an qeyûm tayînî şaredariyê hatibû kirin beşa bi kurdî hatibû rakirin, lê careke din piştî hilbijartinên 31ê Adara 2024an tabelaya kurdî hatibû daliqandin.

Lê dema 4ê mijdara 2024an qeyûm tayînî şaredariyên Êlih, Mêrdîn û Xelfetiyê hat kirin, careke din navê salonê wekî “Kompleksa Werzîşê” hat guhertin û hem tabelaya Kurdî hat rakirin û hem jî gotina “Jinê” ji tabelayê hat derxistin.

Herî dawî 21ê vê mehê qeyûm tayînî şaredariya Dêrsimê ya di bin rêveberiya Partiya DEMê û navçeya wê Pilûrê ya di bin rêveberiya CHPyê de hat kirin.

Ev nivîs 29 car hatiye xwendin.