Peyama Nêçîrvan Barzanî bi boneya Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistana Nêçîrvan Barzanî bi boneya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê peyamek weşand.
Nêçîrvan Barzanî Barzanî di peyama xwe de ragihand, ew bi rijd in li ser parastina mafên jinan li Herêma Kurdistanê û dê li çalakiyên xwe yên ji bo rûbirûbûna her cure tundî û cudakariyê berdewam bikin.
Di berdewamiya peyama xwe de Serokê Herêma Kurdistanê got, “Herêma Kurdistanê di warê pêşkêşkirina derfetan bo beşdariya wekhev di jiyana siyasî û rêveberiyê de, bûye pêşeng. Jin ne tenê di pêvajoyên biryargirtinê de, di heman demê de ji bo guhertin û pêşveçûnê berdewam jî hêmaneke bingehîn in.”
Serokê Herêma Kurdistanê tekezî li ser wê yekê kir ku divê jin di civakê de bi mêran re xwediyê mafên wekhev bin û got ku ew dê berdewam bin ji bo peydakirina derfetan ji bo jinan ku roleke girîng bidest bixin.
Barzanî got, “Di roja Têkoşîna li dijî li ser Jinan de, em bi rijd in li ser parastina mafên jinan li Kurdistanê û dê li ser xebata xwe ya ji bo rûbirûbûna her cure tundî û cudahiyê berdewam bikin.”
Di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Pêkhatina jinan bingeha avakirina civakeke adiltir û pêşketî ye.”
Her wiha diyar kir ku ji bo temsîliyeta wekhev a jinan di siyaset, karsazî û hemû qadên civakî de gavên girîng hatine avêtin.
Barzanî got, “Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, pêwîstî bi xebatên hevpar ên hemû kesî heye, ji bo em civakeke aramtir û pêşketîtir ava bikin. Di vê rojê de em bang dikin ku di navbera hikûmet, rêxistinên sivîl û medyayê de hevkarî zêdetir bibe. Di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê de, xebatên hevpar ên her kesî pêwîst in û bi vî awayî em dikarin civakeke pêşketîtir û aştiyane ava bikin.”
Di dawiyê de jî Barzanî amaje bi jinên Kurdistanê kir û got: “Em ê xebata xwe ya ji bo serweriya qanûn û wekheviyê berdewam bikin û şiyanên jinan bihêztir bikin û da ku di avakirina civakê de roleke girîngtir bi dest bixin.”
Ev nivîs 22 car hatiye xwendin.