Artêşa Îsraîlê: Me temamê avahiyên bingehîn yên Hîzbûllahê li ser sînor ji holê rakiriye
PeyamaKurd – TV ya 12 ya Îsraîlê ragihand ku rayedarekî Îsrîlê yê nêzî serokwezîrê Îsraîlê, nêzî Benyamin Netenyahu jê re ragihandiye ku artêşa Îsraîlê li ser şerê bi Hîzbûllahê û agirbesê agahiyan daye Netenyahu.
Artêş, ji Netenyahu re gotiye ku wexta agirbesê hatiye û li ser sînorê navbera Îsraîlê û Lubnanê temamaê avahiyên bingehîn yên Hîzbûllahê ji ortê rakirine. Wê kabîna ewlehiyê ya Netenyahu ji bo agirbesê erê bike, dê bicive û DYA jî destekê dide muzakereyan.
Li gor xeberê; artêş gotiye ku Hîzbûllah êdî nikare êrîşê bakûrê Îsraîlê bike û cepilxana roketan ya Hîzbûllahê gelek kêm bûye. Eger agirbesa bi Hîzbullahê re nebe, dibe ku artêş bergeha xwe ya li Lubnanê zêde fireh bike.
Medya Îsrâîlê ragihandibû ku wê sibê kabîna ewlehiyê ya Îsraîlê bicive da agirbesê erê bike, rêvebiriya Tel Avivê agirbesê di bingehê de qebûl kiriye lê hinek mijarên agirbesê hêj çareser nebûne.
Ev nivîs 22 car hatiye xwendin.