Macaristanê rexneyên tund li DYAyê kir

Macaristanê rexneyên tund li DYAyê kir

PeyamaKurd – Balyozê Macaristanê yê li Ankara Viktor Matis, di mijara siyaseta fuzeyan de rexneyên tund li DYAyê kir û got:

“Rêvebiriyekî ku hilbijartinê qezenc nekiriye, ewlehiya Ewrûpayê ji bo siyaseta navxwe dixe talûkê. DYA, îzna ku ji bo fuzeyên menzîla wan dirêje daye Ûkraynayê da li ser axa Rûsyayê bikarbîne, ji aliyê ewlehiya Ewrûpa de talûkeye.”

Matis, di mijarê de got ku ev pêngav, bi taybetî rêvebiriyekî ku hilbijartinê qezenc nekiriye, di encama hesabên navxwe yên DYAyê de, tê vateya ku Ewrûpayê dixe nav talûkê.

Viktor Matis, di konferansa ku TEPAVê lidar xistibû ya bi navê ‘Têkiliyên Tirkiyê-Macaristanê û serokatiya Macaristanê ya demkî ya Yekîtiya Ewrûpayê’ de, axaftina xwe kir. Matis weha dewam kir:

“Armanca wan ji bo Donald Trump rewşekî zor û zahmet amade bikin. Yanî ji ber mijara siyaseta navxwe, dest pêkirin û bi ewlehiya Ewrûpayê leyîstin. Şer xerabe û divê aştî çêbibe. Bikaranîna fuzeyên menzîla wan dirêj rewşê xerabtir dike.”

Ev nivîs 23 car hatiye xwendin.