Sekreterê giştî yê NATOyê Mark Rutte seredana TUSAŞê kir
PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê NATOyê Mark Rutte, di çarçova seredana xwe ya fermî ya Ankara de seredana şîrketa hewageriyê û fezayê ya Tirk (TUSAŞ)ê kir. Di seredanê de serokê sanayiya bergiriyê ya serokkomariya Tirkiyê Haluk Görgün û rêvebirê giştî yê TUSAŞê jî amade bûn.
Haluk Görgün, di derbarê ziyaretê de di ser hesabê xwe yê Xê de ragihand ku Rutte di seredana xwe ya fermî ya Ankara de, bi heyeta pê re, seredana TUSAŞê kiriye û weha got:
“Birêz sekreter li ser bîranîna şehîdên me deftera taziyê îmza kir. Ji bo heyeta bi serpereştiya sekreterê NATO re, me wan di mijarê de agahdar kir û bi wan re civîna şêwrê çêkir. Li ser civînê Haluk Görgün jî weha got:
“Di hevdîtinê de, me brîfîngekî pêşkêşî heyetê kir ku asta endazyariya me nîşan dida, me platformên hewa, bejayiyê û deryayê pêşkêşî wan kir. Piştî hevdîtinê ji paltformên me yên xwecîh, balafira şer ya KAAN, balafira jet ya perwerdê HÜRJET, balafira perwerdê ya nesla nûh HÜRKUŞ, AKSUNGUR, ANKA, ANKA III, ŞİMŞEK İHAyan û me GÖKBEY, ATAK, T70 helikopterên xwe nîşanî wan da.”
Ji bo seredan û taziyên wan, sipasiya birêz sekreter dikin.
Ev nivîs 20 car hatiye xwendin.