Amerîkayê hişyarî da Ûkraynayê: Ger aştî pêk neyê em ê bi pêş ve biçin

PeyamaKurd – Wezîrê Karûbarên Derve yê Amerîka Marco Rubio got ku divê di nav çend rojan de hevdîtinên peymana aştiyê ya di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de bi dawî bibin.
Rubio li Parîsê daxuyaniyek da û diyar kir ku ev şer ne şerê Amerîkayê ye û got, “Eger li Ûkraynayê aştî pêk neyê em ê rêya xwe bidomînin.”
Wezîrê Karên Derve yê DYA Marco Rubio piştî hevdîtinên xwe yên bi Nûnerê Taybet ê Rojhilata Navîn ê Amerîkayê Steve Witkoff li Parîsê pêk anî, daxuyaniyek da rojnamevanan.
Rubio bal kişand ser encamên xirab ên şerê li Ûkraynayê, lê tekez kir ku ev ne şerê Dewletên Yekbûyî ye.
Di daxuyaniya xwe de got:
“Me dest bi vî şerî nekir. Amerîkayê 3 sal in alîkariya Ûkraynayê kiriye û em dixwazin vî şerî biqedînin. Lê ev ne şerê me ye.”
Rubio li ser pirsa wê şer biqede yan na, diyar kir ku bi her du aliyan re hevdîtin tên kirin û çareseriyeke leşkerî ya vî şerî nîne û hewl didin ku sala bê bi hezaran mirov nemirin. Lê belê rayedarên Amerîkî got ku ew ê li ser vê mijarê hevdîtinên din bidomînin û tenê dê alîkariya wan aliyan bikin ku bi awayekî cidî dixwazin.
Rubio da zanîn ku ew ê demeke dirêj vê hewldanê nedomînin, ji bo çareseriyê divê bi lez biryar bê girtin û ji berdewamkirina vî şerî wê li ser esasên din bisekinin.
Wî her weha got, rêkeftina aştîyê wê dijwar be, lê divê hindek nîşan hebin ku wê di demeke nêzîk de pêkan be.
Rubio da zanîn ku divê di nava çend rojan de diyar bibe ka dê peymana aştiyê pêk were yan na û weha got, “Eger ev yek ne pêkan be em ê rêya xwe bidomînin.”
Rubio û Witkoff piştî hevdîtina bi rayedarên Ûkrayna û Ewropayê re li Koşka Serokkomariya Fransayê, ji bo gera dawî ya hevdîtinan bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re rûniştin.
Ev nivîs 55 car hatiye xwendin.




