Annalena Baerbock: Tevlîbûna nav dewletê ya Kurdan nîşaneya Sûriyeya yekgirtî ye

Annalena Baerbock: Tevlîbûna nav dewletê ya Kurdan nîşaneya Sûriyeya yekgirtî ye

PeyamaKurd - Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbockê li ser rêkeftina navbera Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî û Serokê demkî yê Sûriyê Ehmed Şera got, "Tevlîkirina Kurdan a di saziyên hikûmî û ewlehiyê de, nîşaneya xurt a Sûriyeya yekgirtî ye."

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk  (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şera 10ê Adarê peymaneke ku ji 8 xalan pêk tê îmze kiribûn ku li gorî wê HSD dibe beşek ji saziya ewlehiyê ya dewleta Sûriyeyê.

Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock di konferansa Yekîtiya Ewropayê ya salane ji bo komkirina alîkariyê ji Sûriyeyê re de axivî û behsa peymana HSD û Sûriyê jî kir.

Barbock ragihand, "Tevlîkirina Kurdan a di nav saziyên fermî û ewlehiyê de, nîşaneya xurt a Sûriyeya yekgirtî ye. Tenê pêvajoyeke giştgir dikare aramî û aştiyeke berdewam pêk bîne."

Baerbockê li ser destûra demkî jî got, "Girîng e destûra qonaxa veguhestinê jî van mafan li xwe bigire. Divê serokê welat, rol û berpirsyariyên giştgir ên xwe ji bo hemû welatiyên bi wekhevî bi kar bîne. Ev derfetek dîrokî ye, erkeke mezin e."

Ev nivîs 65 car hatiye xwendin.