Balafireke Îsraîlê li Şamê otomobîlek kir armanc

PeyamaKurd – Îro 8ê Hezîranê, balafireke bêmirov a Îsraîlê li nêzîkî Mezreat Beyt Cinn li gundewarê başûrê rojavayê Şamê, nêzîkî sînor, otomobîlek bombebaran kir. Li gorî çavkaniyên xwecihî, di encama vê êrîşê de kesek birîndar bûye.
Berdevkê artêşa Îsraîlê, Avichay Adraee, li ser hesabê xwe yê platforma Xê daxuyaniyek da û got: "Berî kêliyekê balafirên artêşê li herêma Mezreat Beyt Cinn a başûrê Sûriyeyê li dijî endamên Hamasê yên li başûrê Sûriyeyê êrişek pêk anî."
Li gorî daxuyaniyê, Îsraîlê ragihandiye ku wan endamên Hemasê kirine armanc, lê hîn derbarê nasnameyên kesên di otomobîla sivîl de eşkere nebûye.
Ev nivîs 81 car hatiye xwendin.




